Li Kerkûkê Kurd ji 6 postên girîng ên bajêr hatin dûrxistin
Serokê Komîsyona Ewlekariya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê Azad Cebarî ragihand ku Wezareta Navxwe ya Iraqê li Kerkûkê Kurd ji 6 postên girîng bidûrxistine.
Azad Cebarî ragihand ku di encama zextên siyasetmedarên Kurd de niha ew biryarên di derbarê bidrûxistina Kurdan ji wan postan hatine sekinandin û got, “Lêbelê ev ne xwedî ti wateyekê ye. Ji ber ku hikûmet çi dema bixwaze dê wan biryaran bicî bîne.”
16ê Cotmeha 2017an di encama xiyaneta baskekî di nav YNKê de Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve hatibû dagirkirin.
Piştî dagirkirina Kerkûkê zext û fişarên li ser Kurdan zêde bûn û heta niha bi sedan karmend û berpirsên Kurd ji karên xwe hatine dûrxistin û hejmareke mezin a Kurdan jî ji cih û warên xwe bûn.
Basnews
