Mezlûm Kobanî: Ev êrîş tê wateya ragihandina şer
Fermandarê Giştî yê HSDê derbarê êrişên Tirkiyê yên li Dêrik û Eyn Dîwerê ragihand, “Ev êrîş tê wateya ragihandina şer û têkoşîna me ya li dijî DAIŞê têk dibe.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Eyn Dîwar û Dêrikê daxuyaniyek belav kir.
`Şervan û sivîl şehîd bûn`
General Mezlûm Kobanî dibêje, “Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Dîwar û Dêrikê de sivîl û şervan şehîd bûne.”
Fermandarê Giştî yê HSDê bibîr dixe ku di êrişên Tirkiyê de, bendava avê û santrala elektrîk jî di nav de, ziyan gihiştiye binesaziya giştî ya navçeyê.
`Ragihandina şer`
Mezlûm Kobanî di wê peyama xwe de ku li hejmara xwe ya Twitterê bi Îngîlîzî belav kirine, tekez dike, “Ev êrîş tê wateya ragihandina şer, sivîlan dixe metirsiyê û têkoşîna me ya li dijî DAIŞê têk dibe.”
Di dewama peyama xwe de General Mezlûm Kobanî bang li Hevpeymaniya Navdewletî jî dike û dibêje, “Bi zêdebûna metirsiya terorê re, beşeke mezin a berpirsyariya rêlibergirtina êrîşên bi vî rengî yên Tirkiye li ser milê hevkarên me yên Koalîsyonê ye.”
Rudaw
