Ji Neda Mêrgesorî bo Parlamentera YNKê: Xwîna şehîdan bi xiyaneta 16ê cotmehê hat firotin ne naha
Endama berê ya Parlamentoya Iraqê ya ser bi PDKê bersiva parlamenterekî YNKê da ku behsa daxistina gotûbêjan li gel PDKê kiribû.
Endama fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Sozan Mensûr bangeşeya wê yekê dike ku xwedê girawî deriyê gotûbêjên li gel PDKê ji aliyê partiya wan ve hatiye daxistin.
Li hember wê endama berê ya Parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heqe Sozan xan û rêveberiya YNKê bizanin, PDK berdewam ji bo yekrêziya kurdan deriyê wê vekirîbûye. Lê tişta vê dawiyê YNKê kir û deng neda desteya nû ya serokatiya parlamentoyê û berbijêr nîşandana Berhem Salih cîhê pirsê ye, çima YNK ji wê yekrêziyê derket?’’
Herwaha got: Tişta em dibînin PDK giring dibîne yekrêziyê biparêze. Lê mixabin YNKê xwest ji wê yekrêziyê derbikeve, ji ber ew destpêşxerbûn ji bo têkçûna yekrêziya Kurdistanê, PDKê berdewam behsa wê yekê kiriye ku peywir li pêş gelê Kurdistanê ne pirsgirêke. Lê dema ew rijdbûn li ser wê yekê ku wê peywirê ji bo xwe bikin sûdwergirtinek, wê demê dê PDK jî gotina wê hebe. Ji ber ew peywir ji bo kurdan e û kursiyên YNKê jî ewqas nînin ku bê hemahengiya li gel PDKê wê peywirê wergire.’’
Derbarê serokomartiya Iraqê de jî Neda Mêrgesorî got: ‘’Şansê Kak Hoşyar Zêbarî ji bo serokomartiyê zêde ye û dê serkeftî be. Ji ber rewş baş helsengandin kiriye û li ser rastiyê siyasetê dike, lê tişta cîhê xemgîniyê ye, YNKê nedibû ji bo xatirê dubare berbijêr kirina Berhem Salih, yekrêziya gelê Kurdistanê têkbida.’’
Derbarê gotinên Sozan Mensûr û ‘’vala derxistina xwîna şehîdan’’ de jî Neda Mêrgesorî got: ‘’Mixabin wan roja 16ê cotmehê xwîna şehîdan vala derxist. Naha nabe berevaniyê li siyasetekî bikin ku roja 16ê cotmehê wek pelekî reş di nav çavên wan ve maye. Wê demê Kurdistan firotin, naha çawa dibe Sozan xan berevaniyê li wê siyasetê bike ku xwîna şehîdan vala derxistin û firotin. Raste ew parlamenterên Iraqê ne, lê bi dengên xelkê Kurdistanê çûne Bexdayê, divê berevaniyê li mafên xelkê Kurdistanê bikin, ne ku bibin faktorek ji bo çeper girtin û dijatî kirina li hember Herêma Kurdistanê.’’
Basnews
