• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şandeyekî ENKSê li gel Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê civiya

Gulan Media February 3, 2022 Nûçe
Şandeyekî ENKSê li gel Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê civiya

Şanda Desteya Pêwendiyên Derve yên li gel Cîgirê Serokê Perlamentoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî civîya.

Şanda Desteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê desteyê Kamîran Haco û endemetiya her yek ji Îbrahîm Biro û Dr. Îsmaîl Hassaf li gel Cîgirê Serokê Perlamentoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî civîya.

Cîgirê Serokê Perlamentoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Di civînê de, her du aliyan pêşhatên dawî, proseya siyasî li Sûriyê, pêşhatên dawî yên Komîteya Destûrî ya Sûriyê û çawaniya garantîkirina mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin.”

Hewramî di civînê de tekezî li ser wê yekê kir, pêwîst e mafên gelê Kurd û nasnameya Kurdî û hemû pêkhateyên Sûriyê bên garantîkirin û çareseriyeke aştiyane bi rêya diyalogê ji doza Kurdî re bê dîtin.

 

 

Basnews

Top