• Tuesday, 17 February 2026
logo

Karsazên Kurd û Siûdî li hev hatin

Karsazên Kurd û Siûdî li hev hatin
Li Hewlêrê di navbera karsazên Kurdistanê û Erebîstanê de levhatin çêbû. Karsazan li hev kirin ku di navbera her du dewletan de bazirganî û ticaret were zêdekirin.

Di civînan de biryarek hate standin ku di navbera Riyad û Hewlêrê de ji bo hevkariya abûriyê, komîteyek were avakirin.

Herwiha di çarçoveya heman civînê de karsaz û pîşesazên Siûdî biryar dane ku li Hewlêrê mezintirîn kargeha pîşesazî ava bikin.

Ji bilî vî jî karsazên Siûdî biryar dane daku di warê torîzmê de jî li Kurdistanê kar bikin û ji niha û pêde torîstên Siûdî bînin Kurdistanê.

Top