• Tuesday, 17 February 2026
logo

Elî Ewnî: Bes axa Rojavayê dîsa kontrol dike

Elî Ewnî: Bes axa Rojavayê dîsa kontrol dike
Elî Ewnî dibêje pkk rojava radestî rejîmê dike
PKK jî di vê mijarê de gelek bi nermî nêz dibe.

Endamê Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê Elî Ewnî li ser pêgeha xwe ya li Facebookê nivîsandiye ku, vê rejîma Bes ya Sûriyeyê xaka Rojavayê Kurdistanê dîsa kontrol dike.

Ewnî herwiha diyar kiriye ku bûyer û pêşhatên vî dawî yên li Sûriyeyê vê yekê nîşan didin ku vê rejîma Besê dîsa axa Rojavayê Kurdistanê bixe bin destê xwe û PKK jî di vê mijarê de bi nermî nêz dibe.

Ewnî aniye ziman ku PKK û PYD jî bi guhertina navên dezgeh û saziyên xwe, hêdî hêdî kantonên xwe radestî Besê dikin.

Top