• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr pêşwaziya Nûrîn Mistefa dike

Serokwezîr pêşwaziya Nûrîn Mistefa dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja pêncşem 2018/7/26 pêşwaziya Xatûm Nûjîn Mistefa çalakvana Kurd û parêzerê mafên penaberan, bi taybet penaberên Sûryê kir.

Xatûn Nûjîn bi xuya kirina kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serokwezîr, Kûrtiyek derabarê kar û çelengiyên xwe ji bo parastina mafên penaberên Sûryê li dervey welat xiste berçav.

Her wiha hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Barzanî alîlariya çalakî yên vê bike, bi taybetî ku dizwaze rêksitinekê ji bo kom kirina alîkarî ji bo penaberan ava bike.

Serokwezîr pesna Xatûn Nûjîn da û piştîvaniya xwe jî ji serketina kar û çalakiyên vê re nîşanda.

Barzanî hêvî xwest ev çalakvan li ser asta navdewletî û deverê li ser karê xwe berdewam be û bê cudahî bibe dengê hemû pêkhatî yên Sûryê, bi hêviya vê yekê ku rewşa vî welatî normal bibe û penebarên vî welatî bo ser mal û cihên xwe vegerin û dest bi jiyaneka asayî bikin.

Nûjîn Mistefa ku bi xwe kêm endam e û xelkê Kobanê ye, ji bona beşdarî li “Pirograma TIDEX a Niştîmanî” li Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.


Top