HSDê 2 DAIŞî radestî Amerîka kirin
Wezareta Dadê ya Amerîkî ragihand, wan du tometbarên Amerîkî ji girtîgehên HSDê veguhastine Amerîka û di demeke nêzîk de ew her du tometbar biçin pêşberî dadgehê.
Peyvdarê Wezareta Derve yê Amerîka ragihand, artêşa Amerîkayê bi prosesa veguhastina wan her du kesan rabû, ku navê yekî Îbrahîm Ize Misbîlî (28 salî) û ji wîlayeta Michigan çûye Sûriyê û li wir ji sala 2015 ta 2018an tevlî DAIŞê bûye.
Ya din jî Samantha el-Hesen ji wîlayeta Indiana ye. Samantha bi 4 zarok ji bo Amerîka hatiye veguhastin û niha ew zarok li dezgeha xizmetguzariyên taybet li Indiana di bin çavdêriyê de ne.
Raportên medyayî diyar kirin, yek ji zarokên Samanthayê di vîdyoyeke propaganda DAIŞê de derketiye. Hevserê wê jî nîşanvanekî DAIŞê bû û di êrîşeke firokeyeke bê firokvan de hatiye kuştin.
K24
