• Tuesday, 17 February 2026
logo

Endamekî parlamentoya Iraqê li ser rewşa deverên Kurdistanî nameyek ji Barzanî re şand

Endamekî parlamentoya Iraqê li ser rewşa deverên Kurdistanî nameyek ji Barzanî re şand
Endamekî kurd yê parlamentoya Iraqê li ser rewşa Kerkûk û deverên Kurdistanî nameyek ji Barzanî re şand û ragihand, eger Iraq razî nebe deverên Kurdistanî bi awayekî hevbeş bên birêvebirin wê wan deveran ji hêzên Iraqî re bikin cehennem.

Parlamenterê kurd û endamê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye ku wî li ser rewşa Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê, nameyek ji Serok Barzanî re şandiye.

Şaxewan Ebdullah behsa naveroka nameya xwe jî kiriye û diyar kiriye ku di nameya xwe de bi nûnertiya hemû kurdên ku li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê dijîn, daxwaz ji Serok Barzanî kiriye ku nameyekê ji hikûmeta Iraqê re bişîne û ji wan bixwaze bila deverên Kurdistanî bi awayekî hevbeş di navbera Kurdistan û Iraqê de bên birêvebirin.

Wî parlamenterê kurd daye xuyakirin ku eger daxwaza Barzanî were redkirin wê çaxê ewê jiyanê ji hêzên Iraqî yên li deverên Kurdistanî re bikin cehennem.


basnews
Top