Rêvebera berê yê Yekgirtûya Îslamî: Serokomartî dê ji bo PDKê be
Endama berê yê rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê radigehîne, peywira serokomartiya Iraqê, li gor wê rêkeftin û lihevtêgeheştina ku naha li holê heye, dê ji bo PDKê be.
Endama berê ya Encûmena Rêveberiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Beyan Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek kurd navmala me belav e û divê li hember Bexda em yekgirtî bin. Divê wekî ku çawa di sala 2003ê de hebû, rêkeftin hatiba kirin û piştre çûna Bexdayê pêkhatibe.’’
Herwaha diyar kir, li gor lihevtêgeheştina di navbera PDK, Tevgera Sedir û erebên sunne, ku piranî ne li Parlamentoya Iraqê, peywira serokê Parlamentoyê û cîgirên wî çawa hate zelal kirin, dê peywira serokomarê Iraqê jî bi dengên piranî ve ji bo PDKê bê dayîn.
Bi baweriya wê rêvebera berê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, pir tiştekî asayî ye ku aliyên Herêma Kurdistanê di nav Herêma Kurdistanê de nakokiyên wan hebe, lê ji Bexda pêwîstbû alî li ser yek berbijêr rêkbiketan. YNKê dikarî li gel PDKê rêkbikeve, herî kêm ji bo ew peywir ji dest wan neçûba dikarîn rêkbiketan.’’
Basnews
