• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Wanê ji ber sermayê welatî bê av man

Gulan Media January 29, 2022 Nûçe
Li Wanê ji ber sermayê welatî bê av man

Pêleke din a barîna berfê li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û sir û seqema heye bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Li gundê Zortilê ya ser bi navçeya Erdîşê a parêzgeha Wanê ava taxê ku ji depoyeke  bilindahiya wê 20 metreye  tê, ji ber hewaya sar qerisî û niştecihên taxê bê av man.

Muxtarê gund diyar dike ku îsal li gor salên borî zêdetir serma heye û rûbirûyê zehmetiyan dibin.

Muxtarê gundê Zortilê Şerafettin Uçar dibêje "Depoya avê ya taxa me ji ber sermayê qerisî ye. Ne tenê ava hindirê wê, derdorê wê jî qerisî ye. Bo wê jî me alîkarî ji tîmên agirvemirandinê daxwaz kir û bi alîkariya niştecihên taxê jî em kar û xebatê didomînin."

Destpêkê  şembelîlkên ku nêzîka 2-3 metreyan dirêj bûne dişkînin û bi pêxistina agirekî mezin li jêr depoyê qeşayê dixwazin avê bihelînin.

Şerafettin Uçar got jî "Em hêvîdarin ku bi vî rêbazê agir pêxistinê qeşa bihele û pirsgirêka taxa me ya avê jî bi dawî bibe."

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê demsala zivistanê dijwar derbas dibe û bi hezaran rêyên gund û gundikan hatine girtin. Li parêzgeha Wanê jî rêya 75 gundan hatiye girtin û pileya germê şevan dadikeve heta bin sifirê 30 pile û bi roj jî bin sifirê 10 pileyan.

 

Rudaw

Top