Erdogan serxweşî li Serokwezîrê Yewnanistanê kir
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariya Tirkîyê Erdogan û Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras bi têlefonê der heqê şewata li Atînayê derket da axivîn.
Hat diyarkirin Erdogan di axaftina bi Çîpras ra ji bona kesên di şewatê da mirin serxweşî da û ji bona kesên birîndar jî şîfaya xêrê xwest.
Li gor agahiyan Erdogan ji Çîpras ra diyar kir êşa xelkê Yewnanistanê parve dikin û got Tirkiye her dem amade ye alîkariya Yewnanistanê bike.
Waar.tv
