• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye: Em ne neçarin pabendî biryarên Amerîkayê bin

Tirkiye: Em ne neçarin pabendî biryarên Amerîkayê bin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, Tirkiye ne neçar e ku pabendî ceza û dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê be.



Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Azerbaycanî Memedyarov re, konfranseke hevbeş a rojnamevanî li dar xist.



Çavuşoglu amaje bi dorpêç û cezayên aborî yên li diî Îranê kir û diyar kir, ku ew ne mecbûr in ku pabendî wan biryarên li dijî Îranê bin.



Bi gotina Çavuşoglu, "Amerîka, Brîtanya, yan her welateke din dibe bila bibe, em ne neçar in ku pabendî biryarên wan ên cezakirinê bin."



Rêveberiya Amerîkayê di wan çend rojên dawiyê de di çendîn daxuyaniyên ciyawaz de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku dê rê bi temamî li ber hinardekirina petrola Îranê bigire û hinrdeya petrola wî welatî rawestîne. Li aliyê din, Îranê jî daye xuyakirin, eger ku hinardeya petrola wî welatî were sekinandin, dê hinardeya petrola welatên din jî bihê rawestandin.



Rayedarên Îranê dibêjin, di dema pêwîst de ew dikarin Tengdera Hurmuz li ser hatinûçûna keştî û tankerên petrolê bigrin û didin xuyakirin, eger Hurmuz ji Îranê re ne ewele be, tiştekî bêwate ye ku ji welatên din re ewle bimîne, ew yek jî weke gef ji aliyê Tehranê vet ê şirovekirin.

Rudaw
Top