• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser sedema guhetina navê Asayişê aşkere kir

Rêveberiya Xweser sedema guhetina navê Asayişê aşkere kir
Hevserokê Desteya Navxwe ya Kantona Cizîrê, ku ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve ye, Kenan Berekat da xuyakirin, rûberê deverên ku ji aliyê hêzên Asaiyşê ve dihatin parastin gelek ji dema berê berfirehtir bûne, ji ber vê yekê di kongireya herî dawiyê de biryar hatibû standin, ku navê Asayişê bihê guhertin û bibe Hêzên Ewlehiya Navxweyî.



Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku erkê parastina ewlehiya deverê li xwe digre, di konfransa xwe ya yekemîn de navê xwe dughere û dike hêza ewlehiya hundirîn.



Piştî egera ji hev nêzîkkirina navbera îdareya bakurê Sûriyê û hikumeta Şamê, li ser rûyê erdê li Rojavaê Kurdistanê, guhertin û tevgereke zêde ya siyasî rû dide.



Hevserokê Desteya Navxwe ya Kantona Cizîrê jî sedema guhertina navê asayişê bi berfirehkirina wê hêzê û li xwe girtina pêkhateyên din ve girê dide.



Kenan Berekat diyar kir, ku niha gelek pêkhateyên din ji bilî Kurdan cihê xwe di nav hêzên Asayişê de digirin, bi taybetî jî li Reqa, Minbic û gundewarê Dêrezorê.



Kenan Berekat dibêje: “Ev biryar ji biryarên konfransê ye, me got di destpêkê de hêzên Asayişê li aliyê Rojava bû û niha ew hêz berfireh dibe, heta aliyê bakurê Sûriyê, em bêjin bajarê weke Reqayê, weke Dêrê (Dêrezor), weke Tebqayê û heta aliyê Minbicê jî ew hêz berfireh bû. Li ser vî esasî em dikarin bêjin biryara ku al hate guhertin, rengê wê hatin guhertin û navê têde hatî nivîsandin hate guhertin, ew tişteke navxweyî ye û girêdayî ye bi hêzên hundir ve.”



Tevî ku di heman konfiransê de pêşinyara rakirina navê Asayişê bi temamî hat kirin, lê ew pişiniyar bi piraniya dengan ji aliyê endamên Kurd ve hat redkirin. Şirovekarên siyasî jî behsa wê yekê dikin, ku Rêveberiya Xweser weku hewla razîkirina endamên xwe yên Ereb didin, hewla razîkirina hikumeta Sûriyê nadin.



Şîrovekarê siyasî yê ji Qamişlo, Ekrem Hisên dibêje, niha rêveberiya Asayişê hewl dide ku endamên xwe yên Ereb razî bike, ji ber wê yekê jî navê xwe guhertiye.



Ekrem Hisên di vê bareyê de dibêje: “Pir Ereb tevlî Asayişê bûne û ew jî dixwazin hebûna wan di Asayişê de û di navê Asayiş de hebe. Ez nabînim ku girêdayî meseleya rejîmê be, bêhtir girêdayî ye bi razîkirina ereban û endamên ne Kurd di hundirê Asayişê de.”



Ekrem Hisên herwiha amaje bi wê yekê kir, ku PYD û Rêveberiya Xweser pragmatî ne û li gorî demê û rewşê dikarin xwe biguherînin.



Ne tenê li sengeran şer tê kirin, lê li ser asta diplomasî jî li Rojavayê Kurdistanê şer li dar e, ev jî di demekê de ku zêdebûna endamên Ereb di nava rêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê de bibû cihê nakokiyan di navbera aliyên siyasî yên kurdî de. Dibe ku guhertina nav jî yek ji derencamên tevlîbûna ereban be.

Rudaw
Top