Şewata li Yewnanistanê berdewam dike û hejmara miriyan zêde dibe
Li Atînaya paytexta Yewnanistanê şewata ku li gelek herêman belav bûye berdewam dike û şewat li herêmên Pendeli, Mati, Rafina, Vuças jî belav bûye.
Li gor agahiyan heta niha di encama şewatê de 74 kesan canê xwe ji dest dane û 157 kes jî birîndar bûne.
Li Yewnanistanê Rewşa Awarte hatibû ragihandin û ji bo 3 rojan şîn hatibû îlankirin.
Basnews
