Di Komîteya Destûra Sûriyê de 2 Kurd jî cih digirin
Serokê Şanda Gotûbêjan a Opozîsyona Sûriyê Nasir El Harîrî lîsta Komîteya Destûra Sûriyê eşkere kir. Di wê lîstê de ku ji 50 kesan pêk tê, ji Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) Hewas Egîd û Zehra Mihemed jî cî digirin.
Harîrî diyar kir ku lîste ji kesên xwedî tecrûbe pêk tê û got ku grûbeke pirporan jî dê alîkariyê bidin wan kesan.
Harîrî got jî beşdarbûna wan a komîta destûrê nayê wê wateyê ku krîza Sûriyê tenê dê bi vê rêyê were çareserkirin.
Serokê Eniya Gel ya ji bo Azadî û Guherîna Sûriyê û Nûnerê Grûba Opozîsyona Sûriyê ya Moskovayê Qedrî Cemîl meha borî diyar kiribû ku wan ji bo komîteya destûrê lîstek daye welatên garantor Rûsya, Îran û Tirkiyê.
Nûnerê Taybet yê Vladimir Putin Aleksandr Lavrentyev jî ragihandibû ew li gel Enqerê gotûbêj dikin ku Kurd bên temsîl kirin û gotûbû ku Kurd jî dê di komîteyê de cih bigirin.
Ji berpirsên ENKSê Kawa Ezîzî jî diyar kiribû ku ew dê di bin sîwana Opozîsyona Sûriyê de beşdarî Komîteya Destûrê bibin.
Basnews
