Mike Pompeo: Îran amadekariya êrişên terorîstî dike
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bersiva Sererkanê Îranê Muhammed Bakîrî da ku gef li Ameîrkayê xwaribû û gotibû, ‘Binke û berjewendiyên we di armanca me de ne.’
Mike Pompeo ragihand ku Ewropa ji terorîzma ku Îran piştevaniya wê dike, ne miaf e û got, “Rejîma Îranê ji aliyekê hewl dide peymana ligel Ewropayê berdewam bike û li aliyekê jî amadekariyan dike li Ewropayê êrişên terorîstî bikar bîne.”
Herwiha Pompeo destnîşan kir ku dema wê hatiye êdî bi rejîma Îranê ya niyetxirab re bên rûbarî hev.
Basnews
