Hevpeymaniya navdewletî di derbarê HSDê de daxuyaniyek da
Generalê fransî Frederic Parisot bi rêya video konferansê peywendiyek li gel Pentagonê pêk anî û li ser rewşa Sûriye û Iraqê û şerê li dijî DAIŞê agahî dan.
Frederic Parisot eşkere kir ku li Sûriyê xakeke bi 30 kîlomtreyî di destê DAIŞê de maye û û got ku wê di demek kurt de wê deverê jî ji destê DAIŞê rizgar bikin.
Parisot destnîşan kir ku armanca ew e ku hemû xakê ji destê DAIŞê derxînin û piştre ji bo ku ew dever dîsa nekevin destê wê rêxistinê xebatan birêve bibin.
Herwiha Parisot got ku rizgarkirina wan deveran nayê wateya bi temamî têkçûna DAIŞê û wiha pê de çû: “Divê em hêza DAIŞê bi temamî têk bibin ku dîsa ew hêza xwe kom nekin. Ji bo vê yekê jî em hêzên Iraqî perwerde dikin ew niha serkeftî ne. Li aliyê din jî rahênana Hêzên Parastina Bakûrê Sûriyê û hêzên ewlekariyê berdewam dike.”
Basnews
