Dr. Şaxewan Ebdula: Ji ber nebûna mercên yasayî serlêdanên beşek ji berbijêrên serokomariyê tên red kirin
Cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê ragehand, ji ber nebûna mercên yasayî rojane hin berbijêrên serokomariya Iraqê namzediya wan tê red kirin.
Cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula ragehand: Beşek wan berbijêrên ku temenê wan yê yasayî temam nebûye, ku divê zêdetirî 40 sal bin namzedbûna wan nayê pejirandin. Hin kes jî hene tenê ji bo di qada siyasî de bên naskirin xwe wek berbijêr nîşan dane.
Şaxewan Ebdula ji beşa kurdî ya Dengê Amerîka re ragehand: Ya herî baş ew bû kurd yek namzedekî wan heba, tişta ku YNKê kir ku heman tişt sala 2018ê jî kir, pêwîstbû ew dubare nekiriba.
Şaxewan Ebdula got, rêjeya yasayî ya rûniştina Parlamentoya Iraqê dê ji bo helbijartina serokomar temam bibe û vê mijarê de pirsgirêk dernakeve, ji ber ku piraniya aliyan jî berbijêrê xwe hene.
Basnews
