• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiyê hêzên xwe dixe tevgerê; Rewşa Minbicê ne zelal e

Tirkiyê hêzên xwe dixe tevgerê; Rewşa Minbicê ne zelal e
Rewşa bajarê Minbic û derdorê, hêj di çarçoveya danûstandin û texmînan de ye û rewşa wê hêj ne zelal e, bi taybetî piştî rêkevtina Waşinton û Enqerê, ku li gorî wê rêkevtinê, Tirkiyê hêzên xwe li raserî Minbic xistine tevgerê.



Serokerkaniya artêşa Tirkiyê, dewriyeya 18em ji hêzên xwe li raserî Minbicê, xiste tevgerê. Ew jî, li gorî rêkevtina navbera wê û Amerîkayê. Heta 15 rojan jî, hêla sînorî weke navçeyeke aram ragihandiye, ku bi mebesta bihêzkirina hebûna xwe li wê derê, ji roja Şemiyê ve destpê kiriye.



Li beramber vê tevgera Tirkiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, deriyê gundê On Dadat, li bakurê vî bajarî, girtiye. Ev derî jî dikeve navbera herdu navçeyên li jêr konrtola HSDê û hêzên Mertala Ferat.



Derbarê van pêşhateyan, rojnameya El-Weten a nêzîkî hikûmeta sûrî ragihandiye ku endamekî Encûmena Leşkerî ya Minbic gotibû, ku piştî derketina şêwirmendên YPGê ji vî bajarî, Minbic wê têkeve destê hikumeta sûrî. Lê, heta niha, ti daxuyaniya fermî, ji HSDê û Encûmena Leşkerî ya Minbic, li ser vê gotinê nehatiye ragihandin.



Rojnameya nêzîkî hikûmeta sûrî, nîşan bi wê yekê jî daye ku xelkê Minbic û Encûmena Leşkerî ya vî bajarî, dixwazin ev bajar têkeve destê hikûmeta sûrî. Herwiha gotiye ku Rûsya ligel Tirkiyê di danûstandinan de ye. Armanc ji van danstandinan jî, pêkanîna xwestek û daxwazên nişteciyên Minbic e, ku hebûna hêzên tirkî li nav bajarê xwe red dikin.



Di heman çarçoveyê de, rojnameyê behsa ezmûn û serpêhatiya Efrînê kiriye, ku eger berî aloziya rewşê radestî hikûmetê bihata kirin, ew herêm nedigihişte vê qonaxê.



Bi awayekî eşkere û praktîkî hêj ne diyar e ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî wê li ber hewlên Tirkiyê rêgir bin yan na, eger bixwaze Minbic kontrol bike, bi taybetî piştî ku li gorî rêkeftina navbera Enqere û Waşintonê, ku nehiştina Yekîneyên Parastina Gel YPGê li wê derê kete warê cîbicîkirinê. Êdî Encûmena Leşkerî ya Minbic, bi tena xwe li ber hewl û gefên Tirkiyê dimîne.



Zanyariyên xwecihî ji Minbic, tekez dikin ku ev bajar neketiye destê hikûmeta sûrî, ne jî ketiye destê hikûmeta Tirkiyê û hêzên ser bi wê. Lê Rêveberiya Minbic hêj, di destê xelkên wê de ye û ewlehiya wê jî di destê Encûmena Leşkerî ya Minbic de ye.

Rudaw
Top