• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berpirsekî Amerîkî: Hêzên Iraqî û Kurd dikarin rê li derbasbûna DAIŞê bigirin

Gulan Media January 24, 2022 Nûçe
Berpirsekî Amerîkî: Hêzên Iraqî û Kurd dikarin rê li derbasbûna DAIŞê bigirin

Berpirsekî serbazî yê Amerîkî ji Rûdawê re ragihand, hêzên pasewanên sînorî yên Iraqî û Kurd dikarin rê li derbasbûna endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji sînorên Iraq û Sûriyê bigrin.

Di encama bûyera Zindana Sînaa li Taxa Xiwêran a Hesekê, karvedanên cuda hebûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê amarên şehîd û birîndarên xwe di êrîşa çekdarên DAIŞê de, li ser zindana Heseke ragihandin.

Berpirsê Alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Kurdistanê, ragihandiye ku ew dê di piştgiriya HSDê de berdewam bin.

Nick Duchich, Berpirsê Alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Kurdistanê got, “Hêzên Hevpeymanan piştgiriya HSDê dikin ji bo kontrolkirina rewşê û girtina wan kesên ku ji zindanê reviyane. HSDê bi kontrolkirina rewşê û girtina çend sed reviyayên zindanê û bidawîanîna gefan, karekî mezin encam daye, ew di karê xwe de berdewam dibin, heta girtina hemû kesên reviyayî û vegerandina wan bo nav zindanê…, ez dibînim ku karîna pasevanên sînorê Iraqê, Pêşmerge û Artêşa Iraqê ewqasî bes bin ji bo asayişê dabîn bikin û rêgiriyê li ber her gefekê bikin ku ji sînor derbas bibe.”

Wezareta Derve ya Sûriyê jî derbarê bûyerên Zindana Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê daxuyaniyek belav kiriye, û têde êrîşî HSD û Amerîka kiriye û dibêje, DAIŞ û HSDê di çend rojên bihorî de komkujî di derheqê welatiyan de pêk anîne, û jêrxana Hesekê wêran kirine.

Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha dibêje, Amerîka bi rêya balafirên xwe yên şer beşdarî di wê wêrankirinê de kiriye û tekez kiriye, bi hezaran kes ji ber kiryarên HSDê û Amerîka reviyane.

Di daxuyaniyê de, hikûmeta Sûriyê herwiha ji Amerîka û Tirkiyê xwestiye ku ji axa wî welatî derkevin.

Di çarçoveya pêşhateyên dawî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, behsa baştirkirina awayên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên çekdarên DAIŞê kir û dilgiraniya xwe li hember zêdebûna êrîş û kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekez kir, pêwîst e ligel Hikûmeta Federal û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di pêwendiyeke bihêz û berdewam de bin ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê.

Adara 2019an, hêzên HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî Baxoz ku pêgeha dawî ya DAIŞê li rojhilatê Dêre Zorê bû, kontrol kir û bi wê yekê di warê çekdarî de li Sûriyê dawî li hebûna desthilata DAIŞê anî.

Li gor agahiyan, nêzîkî 12 hezar çekdarên DAIŞê ji 56 welatan ve di destê HSDê de girtî ne ku 5 hezar ji wan çekdaran li Zindana Sinna ya li taxa Xuwêran a Hesekê diman û yên din jî li çend zindanên din ên navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê hatine bicihkirin.

 

 

Basnews

Top