• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şandeka PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî li Bexdayê ye

Gulan Media January 24, 2022 Nûçe
Şandeka PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî li Bexdayê ye

 Şandeka PDK bi serokatiya Hoşyar Zêbarî çû Bexdayê.

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê sibê şandeka PDKê bi serokatiya endamê polîtburoya wê partiyê û kandîdê serkomariya Iraqê, Hoşyar Zêbarî çû Bexdayê.

Li gorî agahiyan, rojeva şanda PDKê hevdîtin e bi aliyên siyasî re li ser posta serkomariya Iraqê.

YNKê jî duhî bi fermî Berhem Salih wek kandîdê xwe bo posta serkomariya Iraqê destnîşan kir.

Bi vî rengî hevrikî di navbera PDK û YNKê de li ser posta serkomariyê dest pê kir.

 

Basnews

Top