• Wednesday, 25 February 2026
logo

WHO ji ber xebatên hikûmetê di rûbirûbûna Koronayê de spasiya Mesrûr Barzanî dike

Gulan Media January 23, 2022 Nûçe
WHO ji ber xebatên hikûmetê di rûbirûbûna Koronayê de spasiya Mesrûr Barzanî dike

 Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) pesnê rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêngav û rêkarên rûbirûbûna metirsiyên vîrûsa Koronayê de dide.

Serokê şanda Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO), dr. Çêkû Îhîkwazo îro piştî ku bi wezîrê tenduristiya Kurdistanê dr. Saman Berzencî re hevdîtin kir, di konferaseke rojnamevanî de ragihand, “Mesrûr Barzanî bi berdewam hevkar bû di gihandina xizmetguzariyan bo welatiyên Herêma Kurdistanê.”

 

Wî berpirsê WHO her wiha got: “Em ligel şandeke mezin û girîng a Rêxistina Tendirustiya Cîhanê hatine. Îro sê peyamên me hene, ya yekem ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna vê pandemiyê de, karekî mezin encam daye , ne ku her ew jî, lê belê niha kariye yekem haleta Omicronê li Herêmê bibîne, ev jî tê wateya ku tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftî bûye di dîtina vê cureya guhartî ya Koronayê de.

Diyar kir jî, duyem tîma tendirustî ya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiya Cîhanê karîne bi hev re kar bikin, ji bo pêşxistina sîstema tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî. Sêyem jî, ji heyama du salan ve, hevahengiya baş di navbera Wezareta Tendirustiyê û tîma Rêxistina Tendirustiya Cîhanê de heye. Em dizanin ku ev pandemî bi dawî nehatiye, lê em bi hev re bihêz in û dikarin rûbirûya wê bibin.

Got jî: Dixwazim bi taybetî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bikim ku bi berdewamî hevkar bû di gihandina xizmetguzaran bo welatiyên Herêma Kurdistanê. Spasiya Wezîrê Tendirustiyê jî dikim bo vê hevahengiya baş ligel Rêxistina Tendirustiya Cîhanê.

Top