• Tuesday, 17 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê ji werberanîna Erebistana Siudîyê dike

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê ji werberanîna Erebistana Siudîyê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja dûşem 2018-07-23 pêşwaziya Samî bin Ebdulezîz el-Ubêdî Serokê Jûra Bazirganiya Erebistana Siudîyê, Ebdulezîz el-Şemerî Balyozê vî welatî li Bexdayê, Mansûr Feysel el-Utêbî Konsulê giştiyê vî welatî li Hewlêrê û hijmarek berpirs û endamên Jûra Bazairganiya Erebistanê kir.

Şanda mêvan bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina Serokwezîr, berhevbûna welatê xwe ji bo sermaye razandin li Herêma Kurdistana aram û tena nîşanda.


Her du aliyan behsa kar û derfetên weberanînê, pêş xistana têkiliyên abûrî û bazirganiya navbera Erebistan û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî li warên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê.

Herwiha behsa pêwîstiya destpêkirina geştên navbera Herêma Kurdistanê û Erebistanê û vekirina bankên Erebistanê li Kurdistanê kirin. Pêdagirî jî li ser sazkirina konferans bi beşdariya sermayedar û xwdî kar û aliyên hikûmetî yên her du aliyan kirin.

Serokwezîr bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê, piştîvanî û hêsankarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sermaye razandina Erabistana Siudîyê li Herêma Kurdistanê û herwiha berfireh kirina têkiliyên abûrî û bazirganî navbera her du aliyan nîşanda.


Top