• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Bursayê êrişî koçberên Sûrî kirin: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media January 22, 2022 Nûçe
Li Bursayê êrişî koçberên Sûrî kirin: Kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê, kesekî ku nasnameya wî nehatiye naskirin, bi demançeyê teqe li jin û mêrekî xelkê Sûriyê kir ku li kolanê dimeşiyan û birîndar kirin. Herdû birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, lê zilamê ku navê wî nediyar e canê xwe ji dest da û jin jî li nexweşxaneyê çareseriya pizîşkî werdigre.

Li Bursayê şeva borî demjimêr derdora 20:30 deqe li Taxa Hocahasan ser bi bajarokê Osmangazî jin û mêrekî xelkê Sûriyê dema li kolanê dimeşiyan ketin ber êrîşa kesekî ku nasnameya wî ne diyar e. Çend fîşekek li herdû welatiyên Sûriyê ketin û birîndar bûn, êrîşker jî reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Zilamê birîndar ji aliyê kesên derdorê ve bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhestin, jin ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çekirge hat veguhestin. Zilamê birîndar li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û hat zanîn ku rewşa tendirûstî ya jina birîndar jî xirab e.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan dest bi lêkolînan kirine daku kesê êrîşker bê girtin. Lê heta niha derbarê nasnameya herdû welatiyên Sûriyê de ti zanyarî nehatine belavkirin û nayê zanîn xelkê çi bajarekî Sûriyê ne.

 

Rudaw

Top