Deriya Simêlka hate vekirin
dezgehên xêrxwazî dikarin hevkariyên xwe bigehînin Rojavayê.
Hevkariyên însanî tên şandin.
Berpirsê deriyê sînorî yê Simêlkayê Şewket Berbiharî îro ragihand ku îro şemî, deriyê sînorî yê Simêlkayê bo hatûçûya karmend û tîmên dezgehên xêrxwazî tê vekirin.
Şewket Berbiharî diyar kiriye, ku ev deriya han îro tê vekirin û tîm û karmendên dezgehên xêrwazî yên biyanî dikarin serdana Rojavayê bikin û hevkariyên xwe bigehînin xelkê Rojavayê Kurdistanê.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî ev deriya han jiber êrîşên endamên Ciwanên Şoreşger bo ser deriyê û karmendên deriyê hatibû, daxistin.
