• Tuesday, 17 February 2026
logo

15 rêxistin daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku ji bo Efrînê guşarê li ser Tirkiyê bike

15 rêxistin daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku ji bo Efrînê guşarê li ser Tirkiyê bike
Hejmarek ji rêxistinan, binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê dişopînin û daxwaza bidawîanîna vê rewşê dikin.



15 rêxistin û desteyên mafnas ên Kurdî û Sûrî ragihandin ku ew binpêkirinên mafên mirovan lih erêma Efrînê dişopînin.



15 rêxistin navborî dibêjin ew binpêkirin, ji 18ê Adara 2018an ve, li dijî welatiyên sivîl, ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozsiyonê ve têne kirin û hêj berdewam in.



Ji wan binpêkirinan jî, ku nîşan pê hatiye dan, kuştin, girtin, revandin, îşkencekirin, koçberkirin, destdanîna ser mal û milkên xelkê, wêrankirin û şewitandina mal û dar û zeviyan.



Ev 15 rêxistin û deste, di raporta xwe de, daxwazê ji civaka navdewletî dikin, ku guşarekê li ser Tirkiyê dirust bike, ji bo ji Herêma Efrînê vekişe.



Herwiha wan tekezî li ser wê yekê kiriye, ku çarenivîsa kesên revandî û girtî bê diyarkirin û hemû girtî serbest bêne berdan.



Ji bo vegera koçberên Efrînê bo nav herêma xwe jî, van rêxistinan daxwaza damezrandina komîteyeke serbixwe û bêalî ya lêpirsînê kiriye.



Tirkiye ji aliyê xwe ve red dike ku ti binpêkirin li Herêma Efrînê hatibine kirin.

Rudaw
Top