• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kirmaşan…6 girtiyên kurd hatin darve kirin!

Kirmaşan…6 girtiyên kurd hatin darve kirin!
Di çend rojên borî de şeş girtiyên kurd, ku yek ji wan temenê wî 65 saliye ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzlabad) hatin darve kirin.

Malpera Mafê Mirov (Hengaw) ragehand, roja 18.07.2018ê hemwelatiyek kurd ê xelkê Ciwanro yê bi navê Salih Xanîzade yê kurê Ebdula li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate darve kirin.

Salih Xanîzade temenê wî 65 sal bû û di sala 2008ê bi tometa kuştina qesdî hat girtin û ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê jê re hat dayîn û 10 salan li girtîgeha Dîzlabadê ya Kirmaşanê hate ragirtin.

Heman demê de roja înê 201.07.2018ê cezayê darve kirinê yê 5 girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzlabad)ê birêve çû.

Nasnameya du kes ji wan girtiyan waha ye: Dawud Rebanî û Elî Riza Aşûrî. Heta naha nav û nasnameya wan her sê kesên din ne diyar e. Herwaha sedemê darve kirina wan 5 kesan jî hat ragehandin ji ber kuştina qesdî ye.

Basnews
Top