Ji Ruhanî bo Trump: Bi dûvê şêr nelîze!
Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ragehand, eger şer di navbera Îran û Amerîkayê de pêkbê, ew dê şereke mezin be û dê bibe dayîka hemû şerên berê yên cîhanê.
Hesen Ruhanî daxwaz ji serokê Amerîkayê Donald Trump kiriye ku bi dûvê şêr nelîze, ji ber ‘’Bi dûvê şêr lîstin dê bibe sedem ku tenê tu poşman bibî.’’
Piştî xwe vekêşandina Amerîkayê ya ji rêkeftina atomî ya li gel Îran û welatên 5+1, peyvendiyên Amerîka û Îranê bi temamî aloz in û rojane gefan li yek dikin.
Basnews
