Li Wanê erdhej qewimî
Hat ragihandin ku erdheja li ser sînorê Îranê qewimî, li navenda bajarê Wanê hatiye hîskirin û li navçeya Ebexê jî bûye sedema tirseke demkurt.
Li gor zanyariyên Rasadxaneya Qendîllî û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, îro di saet 09:15an de li taxa Sungur a navçeya Ebex a ser bi Wanê li gor pîvana richterê bi pileya 4.6 erdhejek qewimî.
Hat diyarkirin ku erdhej 5 kîlometre di bin erdê de qewimiye û li navçeyên Ebex, Bêgirî, Qelqelî, Erdîş û Serayê hat hîskirin û li gor zanyariyên destpêkê zirarên can û mal negihiştiye welatiyan.
Rudaw
