• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîr li gel nunera Sekreterê NY civiya

Gulan Media January 21, 2022 Nûçe
Serokwezîr    li    gel    nunera Sekreterê NY civiya

Di civînê de behsa rewşa Îraqê hate kirin.

 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Duh pêncşem 20ê Çiraya paşê ya 2022an me pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Antoinette Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên Îraqê piştî hilbijartina desteya nû ya Serokatiya parlementoya Îraq û hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kir.

Me her du aliyan daxwaz kir ku, hikûmeta nû ya Îraqê hikûmetek be ku bêyî cudatî xizmeta tevahiya pêkhateyan û welatiyên Îraqê bike û asayîş û aramî dabîn bike û kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî jî li ser esasê destûrê çareser bike.

Top