• Wednesday, 25 February 2026
logo

Grûpeke ser bi PKKê ve 'teqandina' boriya petrola Kurdistanê li xwe girt

Gulan Media January 20, 2022 Nûçe
Grûpeke ser bi PKKê ve 'teqandina' boriya petrola Kurdistanê li xwe girt

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) berpirsyariya teqandina boriya veguhestina petrola Herêma Kurdistan û Kerkûkê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê, li xwe girt.

Li navçeya Pazarcix a Gumgumê, duh êvarê, boriya veguhastina petrolê ya Herêma Kurdistanê teqiya û ji ber teqînê agirekî mezin çêbû.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku grûpeke ser bi PKKê ve ye, di daxuyaniyekê de eşkere kir, “18ê Çileya 2022an, milîsên me yên HBDHê lûleya petrolê ya li Mereş/Pazarcixê bi teknîkeke taybet îmha kirin. Milîsên me piştî çalakiyê bi rengekî ewle li baregehên xwe vegeriyan."

Di daxuyaniya HBDHê de hatiye, “Çalakiya me ya li Mereşê ji bo hilanîna tola gelên me yên bindest, çîna karker, kedkar, berxwedêrên li zindanan û tolhildana bi dehan şoreşgerên ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin, pêk hatiye.”

Kompanyaya Botaşê îro ragihandibû, piştî ku veguhestina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ji ber teqînê hatibû rawestandin, îro demjimêr 11.00 careke din destpê kiriye.

Her çiqas HBDHê, teqîna boriya petrolê li xwe girtibe jî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî îro ji Rûdawê re ragihandibû, “teqîna boriya petrola Kurdistanê li Tirkiyê bi sedema kontakta elektrîkê bûye û karekî terorîstî nebûye.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, heta êvara Sêşembê 18ê Çileya 2022an, rojane 415 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û herwiha rojane 75 hezar bermîl petrola Kerkûkê jî di rêya boriya petrola Kurdistan-Tirkiyê ve dihat hinardekirin, bi wê yekê jî berî teqînê rojane bi giştî 490 hezar bermîl petrol di rêya wê boriyê re dihat hinardekirin.

 

Rudaw

Top