• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rêya Dihuk û Hewlêrê hate vekirin

Gulan Media January 20, 2022 Nûçe
Rêya Dihuk û Hewlêrê hate vekirin

ev rê îro danê sibê bi temamî hatiye vekirin.
Jiber berfê duhê bişev hatibû daxistin.

Birêveberatiya rê û cadeyan û şaredariya Dihukê diyar kirin ku rêya sereke ya navbera Zaxo, Dihuk û Hewlêrê yaku duhê bişev jiber barîne berfeke zêde hatibû daxistin, hatiye vekirin.

Li gor daxuyaniyê, li gel destpê kirina barîna berfê, tîmên hawar hatinê jî ketine amadebaşiyê, lê jiber zêdebûna berfê, bo çend seatan rêya navbera Zaxo, Dihuk û Hewlêrê hatibû daxistin û îro danê sibê rêya han bi temamî hatiye vekirin.

Top