‘Şivan Perwer li Kolnê serdanên sersaxiyê pêşwazî dike’
Bavê hunermend Şivan Perwer, Yunus Aygun roja Çarşema borî di temenê 94 saliyê de li navçeya Wêranşehir a parêzgeha Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.
Hunermend Necmedîn Babekir, ku hevalê nêzîkî Perwer e, ji Rûdawê re ragihand, ku Şivan Perwer ji ber nekariya vegeriye Tirkiyê beşdarî merasîma bixakspartina bavê xwe jî nebûye.
Baberkir da zanîn, ku Şivan Perwer li Kolnê serdanên sersaxiyê qebûl dike.
Cenazeyê Yunus Aygun duh li taxa gundê Xirabreşk a Wêranşehirê hate veşartin.
Şivan Perwer hunermendê Kurd e, ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê gelek navdar e.
Rudaw
