Alozî di Xwepêşandanan de rû da
Xwepêşandanên Başûrê Îraqê, ev 13 rojin liser yek berdewam in. Ji ber gulebarankirinên Hêzên Ewlekariyê jî, heta niha 14 xwepêşander hatine kuştin.
Herweha her diçe xwepêşandanên parêzgeha Besre berferehtir dibin, û Hêzên Ewlekariyê jî piştênek ewlekariyê li derdora avahiya parêzgehê dirustkirin e. Xwepêşander jî, ji bo Kurdistan 24 dibêjin, berpirsên Iraqê di dema 15 salên borî de tenê derew li wan kirin e, û Fermandeyê Hêzên Bersivdana Bilez dibêje, pêwîst e xwepêşander moleta fermî werbigrin, da ku ew xwepêşanderan biparêzin.
K24
