• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şîrovekarekî Iraqî: Serok Barzanî û 2 kesayetiyên din zortirîn karîgeriya wan li ser proseya siyasî heye

Gulan Media January 19, 2022 Nûçe
Şîrovekarekî Iraqî: Serok Barzanî û 2 kesayetiyên din zortirîn karîgeriya wan li ser proseya siyasî heye

Şîrovekarekî Iraqî ragihandiye, Serok Barzanî û 2 kesayetiyê din zortirîn karîgeriya wan li ser proseya siyasî ya Iraqê heye.

Şîrovekarê siyasî Necim Qesab ji BasNewsê re axivî û da zanîn ciyawazîya di navbera her sê aliyên PDKê û Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Teqeddûm ligel aliyên din gelekî zêde ye.

Necim Qesab herweha ragihandiye, hilbijartina desteya serokayetîya perlemantoya Iraqê,ligel hemahengiya Îtarr Tensîqî û YNKê, nişan daye ku 3 kes dikarin proseya siyasî araste bikin.

Herwiha Necîm Qesab amaje bi wê yekê jî kiriye li Iraqê 3 kes diyartirîn û zortirîn karîgeriya wan li ser proseya siyasî heye ku ew jî wiha ne:

- Serok Barzanî

- Muqteda Sedir, Rêberî Tevgera Sedir

- Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymanîya Teqeddum

Roja yekşemê 09.01. 2022ê, Parlemantoya Iraqê di yekem civîna xwe de Mihemed Helbûsî weke serokê parlementoya Iraqê hilbijartibû.

Herwiha Hakim Zamlî û Şaxewan Ebdulla jî weke cîgirên duyem ê serokên parlementoyê hatin hilbijartin.

 

Top