“Ji ber hebûna PKKê xizmet naçe 300 gundan”
Dîzayî diyar kir, piştî ku rêxistinê li Sûriyeyê dest bi fealiyetên xwe kir, cara ewil di salên 1980yî da di heyama Rejima Baasê da li herêmên niha yên Iraqê bi cih bû û wiha dewam kir: “Hebûna PKKê ya li herêmê tu wextî bi riza gelê Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta wê nebûye.”
Dîzayî diyar kir, rêxistin bêyî pesendkirina tu kesî li herêma navborî bi cih bûye û ji bo ku PKK ji herêmê derkeve wê hemû hewildanên xwe bidin.
Dîzayî bal kişand ku ji ber îşxala rêxistinê wargehên sivîlan hatin valakirin û wiha dewam kir: “Kes hebûna van qebûl nake. Ji ber hebûna PKKê ye ku xizmet naçe 300 gundan.”
Dîzayî diyar kir ew li dij in ku PKK û komên mixalifên Îranê ji herêmên ser sînor êrîşî Tirkiye an jî Îranê bikin û dubare kir ku divê rêxistin di demeke kin da ji herêmê vekişe.
– “Dema ku pirsgirêk hebûn jî Tirkiyeyê sînorên xwe negirtin”
Dîzayî got ku têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê qut nebûn û wiha dewam kir: “Dema ku pirsgirêk hebûn jî Tirkiyeyê deriyên xwe yên sînor û waneyên petrolê negirt. Ev ji bo me kêfxweşî ye.”
Dîzayî destnîşan kir pêkan e ku hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û mizakereyê çareser bibin û diyar kir, ew hêvî dike ku ziyareta Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ya li ser deweta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê kir, bibe wesîleya xurtbûna têkiliyên herdu aliyan.
Waar.tv
