• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mezargeha Îmam Husên kirin baregeha leşkerî

Mezargeha Îmam Husên kirin baregeha leşkerî
efserên nû li berdem tirba îmam husên sond xwarin
Çekdarên şîi di nava mezargeha Îmam Husên de ahenga leşkerî saz kirin.

Duh hijmareke zêde ji çekdarên şîi bi minasebeta dawî hatina xoleke perwerdehî ya Efserên çekdar,li mezargeha Îmam Husên ahengeke leşkerî lidar xistin.

Rayedarekî leşkerî ya wan çekdaran diyar kiriye ku armanc ji lidar xistina vê ahengê li mezargeha Îmam Husên ewe ku emê sozê xwe bidin Îmam Husên daku ewlekariya deverê baştir biparêzên.

Li gor heman rayedarê di vê merasima han de tevahiya wan çekdarên ku beşdariya devreya perwerdehiyê kirine û hijmara wan 500 kese amade bûne.

Top