Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Şêx Şamo behînameyek belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta koça dawî ya Şêx Şamo behînameyek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya şêwirmendê serokê hikûmetê bo karûbarên êzîdiyan Şêx Şamo behînameyek belav kir. Behîname wiha ye:
Ez behî û serexoşiyeka bi jan û pejare arasteyî malbat û xizm û civaka êzîdiyan dikim. Mixabin evro Şêx Şamo Şêx Neimo, kesayetiyê berniyasê Kurdistanê û serokê desteya bilind ya binkeya Laliş ya rewşenbîrî û civakî û şêwirmendê serokwezîr bo karûbarên êzîdiyan koça dawî kir.
Ez xo hevpişkê xema wan dizanim. Şêx Şamo kesayetiyekî niştimanperwer û diyar û jêhatî yê êzîdiyan bû. Wî xizmeteka berçav ya doza gelê Kurdistanê kiriye û her dem berevanê mafê û daxwaziyên kurdên êzîdî bû û rolek giring di parastin û xurtkirina pêkvejiyana aştiyane de hebûye.
Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide malbata wî a birêz û heval û xûşk û birayên êzîdî.
Giyanê wî şad û yada wî bi xêr be.
Basnews
