• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kurdê ji Duhokê bi rêya ba û avê elektrîkê hildiberîne

Kurdê ji Duhokê bi rêya ba û avê elektrîkê hildiberîne
Kurdê ji Duhokê Seîd Bapîr bi du amûrên taybet ên ku bi destê xwe çêkirine, bi rêya ba û avê elektrîk hildiberîne.



Seîd Bapîr di çêkirina amûra xwe ya nû ya hilberandina elektrîkê de gihiştiye qonaxa dawî, bawernameya serkeftina karê xwe wergirtiye û beşdarî çend festîval û pêşbirkan bûye.



Seîd daxwaza piştgiriya projeyê dike û dibêje ku eger piştgiriya me were kirin gelek kes ji van projeyan dê sûd werbigrin.



Berî niha jî Seîd Bapîr du amûr çêkiribûn, yek ji wan ji bo veguhestina avê dihat bikaranîn û ya din jî heta pênc salan elektrîka gundekî dabîn kir.



Seîd Bapîr her çiqas nexwendibe jî, hizr û ramana çêkirina amûran ji kelûpelên kevn û bikêrnehatî, ji sala 2005an ve li cem wî peyda bûye û ji bilî çendîn xelat û madelyayên pîrozbahî û rêzlêgirtin, du bernameyên dahênanê jî wergirtine.



Herwiha biryar e di meha Mijdara îsal de li Almanyayê beşdarî festîvala dahêneran bibe.

Rudaw
Top