Hêzên Pêşmerge ji aliyê Îtalyayê ve tên xelatkirin
Li gor nûçeya K24ê li Îtalyayê îro dê merasîmeke xelatdayînê ji bo Hêzên Pêşmerge bê lidarxistin. Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn diyar kir ku wan bi berpirsên Îtalyayê re civîneke gelekî girîng pêk anîn.
Serbest li ser wê civînê got, “Me daxwaz ji Îtalyayê kir ku li ser alîkarî û rahênana bo hêzên Pêşmerge berdewam be. Em li ser rewşa Iraq û Kurdistanê jî axivîn. Berpirsên Îtalî jî diyar kirin ku ew girîngiyeke mezin didin têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re.”
Basnews
