Rojnameyek Brîtanya: Ebadî ji ber xwepêşandanan di rewşeke pir xirab de ye!
Rojname di raportê de amaje bi vê yekê jî dike ku xwepêşandan di heftiya xwe ya duyem de ye û li parêzgehên dewlemendên petrolê û cîhên şîeyan de berdewam e. Xwepêşander dijî hêzên ewlehiyê rawestane û daxwaza mafên xwe yên av û elektrîkê dikin.
Herwaha behsa vê yekê jî dike ku xwepêşandan destpêkê li Besrayê destpê kir, ku bajarê herî mezin ê başûr e û deriyê serekî yê rêkirina nefta welat e. Piştre xwepêşandan berfireh bû û parêzgehên Emare, Nasiriye, Semawe, Dîwaniye, Wast û Kerbela û Necefê jî destpê kirin ku du bajarên pîroz ên şîeyan in.
Li gor heman rojnameyê xwepêşandanên li Iraqê fişareke mezin xistiye ser serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û ew xistiye rewşeke pir xirab de.
Rojname dibêje, rûniştvanên Besrayê ku parêzgeha wan sedî 80 nefta Iraqê berhemtîne, hest dikin ku ji aliyê hikûmetên li dû hev ên şîeyan ve xiyanet li wan hatiye kirin, ji ber parêzgeha wan di dest rewşa xirab a elektrîkê dinale û aveke qirêj ji wan re tê dayîn. Herwaha bêkariyeke zêde heye.
Basnews
