• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şandeke hevpişik yê PDKê û YNKê gehişt Bexdayê

Şandeke hevpişik yê PDKê û YNKê gehişt Bexdayê
Şandeke hevpişik yê PDKê û YNKê bi merema pişikdarîkirinê di kombûna serokomarê Îraqê de gehişt Bexdayê.
Peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragihand: Şandeka hevpişik ya PDKê û YNKê bi serokatîya Fazil Mîranî û Mela Bextyar îro êvarî gehişte Bexdayê.
Peyamnêrê WAARê zêdetir got: Mebest ji çûna şanda hevpişik ya PDKê û YNKê bo Bexdayê ji bo pişikdarîyê ye di kombûna Fuad Me’sûm serokomarê Îraqê ewa ku biryare îro êvarî bi pişikdarîya hemî alîyên siyasî yên Îraqê bi rêve biçe.
Lgorey medyayên Îraqê kombûna serokomarê Îraqê yaku biryare hemî alîyên sîyasî têda pişikdar bibin ji bo hindê ye ku li hevgehiştin di navbera alîyên siyasî da hebe ta lezatî di pêkanîna hikumeta nû ya Îraqê da bê kirin, zêdebarî xwenîşandanên vê dawîyê yên başorê Îraqê ku dê tewerekê giring yê kombûnê bin.

Waar.tv
Top