• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran: Rûhanî 8 caran daxwaza hevdîtinê ligel Trump red kir

Îran: Rûhanî 8 caran daxwaza hevdîtinê ligel Trump red kir
Serokê Dîwana Serokomariya Iranê Mehmûd Waizî diyarkir ku, Serokê Amerikayê 8 caran daxwaza hevdîtinê ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî kiriye, lê ev daxwaza wî hatiye redkirin.

Waizî di dema civîna Encûmena Wezîran a Îranê de daxûyanî dan medyayê û herweha anî ziman ku, Rûhanî di demek nêzîk de dê guherînan di kabîneya xwe ya Wezîran de bike. Çi wezaret dê guherîn biser wan de were, Waizî eşkere nekir.

Liser pêwendiyên ligel Amerikayê Waizî ragihand ku, daxwaza Îranê ya hevdîtinan ligel Amerikayê nîn e.



K24
Top