Mesrûr Barzanî serxweşî li Wezîrê Samanên Siruştî kir
Êvara îro roja şemiyê 15. 01.2022an Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de serxweşî li Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Ertûşî kir ji bo koça dawî ya xwişka wî Xatû Fewza.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe derbiriye ji Kemal Ertûşî re û hêvî xwestiye Xwedayê mezin giyanê merhûmê bi behiştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wan.
Herwiha ji aliyê xwe ve jî Wezîr Kemal Ertûşî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiriye ji bo peywendiya telefonî û derbirîna hevxemiyê ji bo binemala wî.
Basnews
