• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Asoyeke rontir û paşerojeke geştir li pêşiya Herêma Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî: Asoyeke rontir û paşerojeke geştir li pêşiya Herêma Kurdistanê ye
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.07.2018 li bajarê Hewlêrê, merasima vekirina senterê maşiq û geşepêdana karmendên Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.
Di merasimê de ku, Nûnerê Balyozxaneya Japonê ya li Bexdayê û konsulê wî welatî yê Hewlêrê û berpirsên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê amadebûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir.

Teksta peyva Serokwezîr:

Amadebûyên birêz

Roj baş, hûn hemû alî bi xêr bên ji bo merasima bi fermî vekirina Senterê meşiq û geşepêdana wezareta elektirîkê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bi taybetî bixêrhatina birêzan nûnerê balyozxaneya Japon li Îraqê û konsulê Japonê li Herêma Kurdistanê, berpirs û nûnerên ajansa japonî ji bo alîkaiyên navdewletî JICA û serokê kompaniya almaniyayî Luthardt û UNDP dikim ku, hemûyan bi hev re, tevî binyatdananê, kursên rahînanê, alav û amûrên pêwîst ji bo Laboraturyên vê senterê û pêdawîstiyên din yên sektora elektirîkê li herêma Kurdistanê dabîn kirine.

Ez gelek sipasiya hikûmeta Japonê dikim ku, di çarçoveya bernameya qerzên bi Îraqê dide, ji pişka Herêma Kurdistanê ev pirojeyê damezrandina Senterê maşiq û geşepêdanê ji bo wezareta elektirîkê û pirojeya binyatdanana sektora elektirîkê li Herêma Kurdistanê bi cî kiriye.

Ev ne cara yekemîne ku hikûmeta Japonê û ajansa JICA hevkariya Herêma Kurdistanê dikin, wan berê jî çendîn piroje di warên cuda de li Herêma Kurdistanê encam dane. Me weke hikûmet û xelkê Kurdistanê jî bi giştî viyan, qedir û qîmet ji bo dostanî û kar û bernameyên Japonê li Herêma Kurdistanê û Îraqê heye. Careke din sipasiya wan dikim, destxweşiyê lê dikim û hêvîdar im li ser hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistan û Îraqê berdewam bin.

Amadebûyên birêz

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî hemû dijwariyan, hertim îradeyeke cidî ji bona reforman nîşan daye û li ser bicîkirina pirosesa çaksaziyê di hemû waran de berdewam dibe. Vekirina vê senterê jî ya ji bo meşiq û geşepêdana şiyanê mirovî, pîşeyî û zanistî yên kadiroyan û karmendên wezareta elekitîkê beşek ji çaksaziyen e û li ser bingeha wê baweriyê hikûmet tê daku bikaribe di hemû waran de pêşbikeve, hemû sektorên jiyanê û xizmetgozariyê geş bike. Ji bona vê armancê divê destpêkê em giringiyê bi şiyanên mirovî û pêşxistin û geşepêdana wan şiyanan di hemû waran de bidin, çunkî geşepêdana şiyanan di her civakekê de giringtirîn beşê pêşkeftinê ye.

Ew rewşa ku zêdetir ji çarsalên borî bi ser Herêma Kurdistanê de feriz kiribû, her ji qutkirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta hîngê ya Îraqê ve, heta şerê DAÎŞê û hatina nêzîkî du milyon koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê, nizimbûna buhayê neftê, tevî pirsgirêkên siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê, ev hemû li pêşiya beşeke mezin ji wan pilan û bernameyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona pêşxistin û geşepêdana jiyanê di hemû warên xizmetgozariyê de danabûn, bûn rêgir. Lê tevî vê jî, xwesteka hikûmetê û xelkê Kurdistanê ya ji bo pêşkeftin û jiyaneke baştir weke xwe ma.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dijwartirîn rojên xwe de, heta wê devera ku mumkin bû, li ser bicîkirina bernameya xwe ya çaksaziyê berdewam bûye. Em wê yekê baş dizanin ku nakokiyên siyasî hertim bûne sedema hindê ku pirosesa çaksaziyê û xebatên berdewam yên hikûmetê yên ji bona encamdana çaksaziyê, rastî tan, gotinên hişk û daxuyaniyên siyasî yên dûr ji rastiyê bibin û rikaberî û nakokiyên siyasî hertim hewil ji bona şêlûkirina bernameya çaksaziyên hikûmeyê daye. Lê hikûmetê tu carî guh nedaye wî şerê siyasî û medyayî ku li hember dihat kirin, ew hertim li ser piroses û bernameya çaksaziyê berdewam dibe.
Gavên çaksaziyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên enerjî û neftê de, di warên kargêrî û bi taybetî kargêriya darayî de, pêdaçûn bi lîsteyên karmend û miaşgiran û qeydkirina navên wan li gor sîsema Biometri, kêmkirina xerciyên berhemanîna elektirîkê û kêmkirina xwerciyan di gelek warên din de li gor standardên cîhanî, gavên diyar in.

Belê, ew hemû bela û pirsgirêkên ji destpêka sala 2014ê de bi ser Herêma Kurdistanê de hatin û pêşiya hikûmeta Herêma Kurdistanê girt, bela û pirsgirêkên ew qas mezin bûn ku baweriya hema bêje hemû çavdêran û heta dost û nehezan jî ew bû ku hikûmet nikare xwe li hember wan bela û pirsgêrkan ragire û dê jinav biçe, lê ya qewimî ew bû ku bi piştevanî û xweragiriya camêrane ya xelkê Kurdistanê û canfedayîya pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê, Herêma Kurdistanê li ser lingên xwe ma, hikûmetê xwe li hember wan hemû derdeserî û dijwariyan girt û gav bi gav bi encamdana çaksaziyê û wergiretina dersan ji tecrûbeyan, rojên dijwar derbas kirin.

Piştî alozî û bûyerên dawiya sala borî, gelek hewil hatin dan û Herêma Kurdistanê îsolêre bikin û heta hewil hatin dan wê jinav jî bibin. Lê Herêma Kurdistanê bi xweragiriya xelkê û xebatên berdewam yên hikûmetê, rûbirûyê hemû dijwarî û metirsyan bû û cî û îtîbara xwe li ser asta Îraqê, herêmî û cîhanê jî wergirt ve.

Birêzan

Îro ku em hemû bi hev re li vir in ji bo vekirina senterekî modern ê pêşkeftî û zengîn bi amûr û pêdawîstiyên zanistî û lebratorî yên nû û hol û salonên taybet ji bona geşepêdana şiyanên mirovî, pîşeyî û zanistiyên karmendên wezareta elektirîkê, ev jî berhema wê cidyet û biryarên hikûmetê di rojên dijwar de ji bona çaksaziyê dane ye û bawerî pê heye û di hemû dem û rewşan da li ser çaksaziyan berdewam dibe.

Weke birêz Hogir Şalî cîgirê wezîrê wezareta elektirîkê behis kirî, ez hêvîdar im ev sentere, ne bi tenê ji bo kadiro û karmendên wezareta elektirîkê, lê belê ji bo hemû wezaret û saziyên din yên hikûmetê û ji bo hemû alî, rêxistin û ajansên navdewletî jî mifa hebe û hemû bikaribin ji bona kursên fêrbûn, rahînan, workshop û lêkokînan, ji bona hemû çalakiyên geşepêdana şiyanên mirovî, zanistî û pisporiya kadiro û karmendên hikûmetê be, mifa jê bibîn in.

Ez hêvîdar im encamên kurs, rahînan û lêkolînên vê senterê roleke baş di îdarekirineke baştir û çareserkirina pirsên elektirîkê û kontirolkirin û kêmkirina zêdegaviyan di bikaranîna nepêdviya karebê de hebe û tevî wê sîstema elektironiya nû ku tê çaverêkirin di dabeşkirina karebê de bê bicîkirin, ji bo biyekcarî çareserkirina pirsa elektirîkê li Herêma Kurdistanê bibe alîkar û rêxweşker.
Ez li vir careke din destxweşiyê li wezareta elektirîkê, birêz Dr. Aştî Hewramî wezîrê elektirîkê bi wekalet, Hogir Şalî cîgirê wezîr, karmendên wezaretê, ajansa japonî ji bo hevkariyên navdewletî JICA, kompaniya Luthardt ya almaniyayî û UNDP û hemû wan yên rol di serxistina vê pirojeyê de hebû, dikim.

Birêzan

Rojên dijwar hind nemaye derbas dibin û asoyeke rontir û paşerojeke geştir li pêşiya Herêma Kurdistanê ye. Bi xweragiriya kurdistaniyan û bi kar û xwebatên berdewam yên hikûmetê yên ji bona çaksaziyê, em ber bi jiyaneke baştir gavan pavêjin.
Ez daxwazê ji aliyên Kurdistanî dikim bira û yekrêz bin û bi bernameyeke hevbeş ya kurdistaniyane beşdarîyê danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de bikin, armanca me ya sereke bidestveanîna şirîkatiya rasteqîneye li Îraqê û misogerkirina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê ye.

Silav ji bo canê pîrozê şehîdên pêşmerge ku di van rojên dawiyê de di operasyoneke paqijkirina çend deveran ji bin destê terorîstan de şehîd bûn, daxwaza zûçakbûnê ji pêşmergeyên birîndar re dixwazîn. Silav ji bo canê pakê hemû şehîdan ku di rêya bergirîkirina Kurdistanê de şehîd bûn, em ji bona rûbirûbûna terorê ji bo her hevahengîyeke bi Îraqê re amadene û hêvîdarîn Hevpeymaniya navdewletî jî li ser hevkarîkirina Herêma Kurdistan û Îraqê berdewam be.

Careke din hemû alî bixêr bên bo vê merasimê, bi xêr bên serçavan, careke din destxweşiyê li we dikim.
Top