• Tuesday, 17 February 2026
logo

PJAK: Çar gerîlayên me jiyana xwe ji dest dan

PJAK: Çar gerîlayên me jiyana xwe ji dest dan
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku çar gerîlayên wan di şer û pevçûnan de li hember hêzên Îranê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ya ser bi PJAKê diyar kir ku roja 11ê Tîrmeha 2018an hêzên Îranê li gundê Derziyan ê Merîwanê kemînek li dijî gerîlayên wan danîne û di şer û pevçûnê de gerîlayek jiyana xwe ji dest daye.


PJAKê herwiha eşkere kir ku roja 14ê Tîrmehê li devera Şaho ya ser bi navçeya Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê di navbera sê gerîlayên PJAKê û hêzên Îranê de şer û pevçûn qewimiye û gerîlayên wan di şerekî şeş saetî de heta fîşeka dawî li ber xwe dane û piştre canê xwe ji dest dane. Herwiha hat diyarkirin ku "di şer û pevçûnê de Kurdekî endamê Supaya Pasdaran jî hatiye kuştin".



Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar dike ku di herdu şer û pevçûnan de welatiyên xwecihî li ser hebûna gerîlayan ji hêzên Îranê re zanyarî dane.

Rudaw
Top