Kiliçdaroglu Erdogan ligel Seddam hevberkir û gotli dinyayê tu zalim bi ser neketiye
Kiliçdaroglu li Komcivîna CHPê ya Meclisê axaftinek kir û ragihand ku ew dixwazin ji bo eşkerebûna rastiyên 15ê Tîrmehê komîstoneke lêkolînê were avakirin lê AK Partiyê ev red kiriye.
Kiliçdaroglu got: “Tu derdikevî meydanê pîrozbahiyê dikî. Xwîna 250 kesî di stûyê Recep Tayyip Erdogan de ye. Heq û hiqûqa 250 şehîdî û ya birîndaran ez diparêzim.”
Serokê CHPê rexne li qanûna ku pêşkêşî meclisê dibe kir û wiha axivî:
“Li dinyayê tu zalim bi ser neketiye. Numûneyeke wisa tuneye. Zilma zalimî wê rojekê bi mucadeleya me ya bibawer bidawî were. Her derbe hiqûqa xwe ava dike. Rêveberiyeke keyfî a yekkesî heye, Wezîr tunene, hemû memûr in. Wê kîjan îtiraz li Erdogan bike? Di deqeyê wê xwe li ber derî bibîne. Iraqa Seddam wisa bû, bi serê xwe biryar dida. Heta ku hêza wî têr dikir xelk dixistin bin zextê. Qeddafiyê Libyayê wisa bû. Di rêveberiyên yekkesî de lêgerîna li heq tuneye. Navê vê yê di tarîxê de jî serdestiya Firewnî ye.”
Waar.tv
