PDKÎ: Ji ber topbarana Îranê 2 pêşmergeyên me canê xwe ji dest dan
Îro Topxaneya Îranê, deverên sînorî yên ser bi nahiyeya Sîdekan li Başûrê Kurdistanê bi giranî topbaran kir. Di encama topbaranê de zirareke mezin a madî ber nahiyeya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê û mulkên welatiyên sivîl ên deverê ket.
Li aliyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ragihand, ku di encama topbaranên îro de, du pêşmergeyên wê partiyê li devera Sîdekanê canê xwe ji dest dane.
Fermandariya Hêza Pêşmerge ya PDKÎyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, “îro Supaya Pasdaran hinek navçeyên li ser sînorê Pîranşar li aliyê Îranê û Çoman û Sîdekan li sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran kir û ji ber berfirehiya topbaranê, zirareke mezin a madî gihîşte xelkê navçeyê.”
Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ de herwiha tê gotin, “du pêşmerge bi navê Rehîm Rostem Dastan xelkê Mihabadê û Îdrîs Derwêşî xelkê Pîranşarê canê xwe ji dest dane.”
PDKÎ daye xuyakirin, ku ji ber topbaranên Îranê herwiha pêşmergeyekî din ê wê partiyê jî birîndar bûye.
Îro Sêşemî piştî nîvro topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê bi hinceta hebûna pêşmergeyên PDKÎ û Komele, sînorê gundên Şêwediz, Berbizîn, Berçîxe, Berhol, Reşkîn, Ketîne û Benîbon bi giranî topbaran kirin.
Rudaw
