Sala 2021ê de Iraqiyan herî zêde mulk li Tirkiyê kirîne
Saziyekî fermî ya taybet derbarê mulk û xaniyan de kar dike li Tirkiyê aşkera kir, sala 2021ê de li Tirkiyê herî zêde mulk û xanî hemwelatiyên Iraq û Îranê kirîne.
Saziya Giştî ya Xanî û emlak li Tirkiyê, amarek li ser firotina mulk û xaniyan li Tirkiyê belav kir û amaje bi wê yekê dike ku sala borî de ji biyaniyan re 68 hezar û 600 mulk û xanî li Tirkiyê hatine firotin.
Li gor heman saziyê ragehandiye, hemwelatiyên Iraq û Îranê di kirîna mulk û xaniyan de li Tirkiyê di rêzbendiya yekem de ne û piştî wan jî hemwelatiyên Rûs, Brîtanya, Almanya û Afganî tê.
Herwaha hat ragehandin, bi giştî ew mulk û xaniyên ji biyaniyan re hatine firotin nirxê wê digehe 40 milyar lîra yê Tirkiyê û piraniya wan mulkan jî li bajarên Stenbol, Antalya, Enqere û Mugla hatine kirîn.
Basnews
